Nerizayetî li hember rewşa jiyanê û kar û wan bêmafiyên ku rejîmê bi ser qatên cudaye civatgeha îranê de aniye, rojane berdewame û daxwaza mafê xwe dikin.
Hezaran kirêkarên “Zob Ahena” îsfehanê bi nîşana nerizayetî li hember pêrenegeheştina rejîmê bi daxwazî û mafê xwe, dest bi mangirtinê kirin û piştre xwenîşandan kirin û li ber derê bînaya Tohîd ku birêverberiya karxanê ye, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Wan kirêkarê “Zob Ahen” a Îsfehanê daxwaza zêdekirina hiqûqê xwe, û pêregeheştina bi rewşa xirape jiyana xwe û wekhevkirina hiqûqê xwe digel şirket û karxanên dinêye Asin û Pola kirin.
Herwisa karmend û kirêkarên Petrokîmiyayî a Abadanê jî li hember paştekevtina hiqûqê 3 heya 4 meheye xwe dest bi nerizayetiyê kirin û daxwaza maf û desmiza xwe kirin.
Bazariyên Bendera Gonawê , bi nîşana nerizayetî li hember siyaseta hawirdekirina şaşe rejîmê, ku bandora rasterast danaye ser bazarê, ev heyamê 8 rojane li mangirtinê de ne, û bazar û dukanên xwe dayêxistine.
Li parêzgeha Loristanê jî, Perestaran bi nîşana nerizayetî li hember kar û hiqûq û rewşa jiyana xwe û nebûna xizmetguzariyan, li ber derê Zankoya Zanista Pizişkî kombûn û daxaza mafê xwe kirin.