Roja Înê 1ê Befranbarê(22 December 2023), heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Komîteya Swêdê ku ji “Niştiman Ezîzî, Mihemed Bayezîdî û Mujde Ezîzî” pêk hatibû, li rêûresma tazî û biaxspartina nemir “Elîxan Simko” de beşdarî kir.
Peyama hevxemiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê-Komîteya Swêdê, ji aliyê Niştiman Ezîzî ve hate xwendin.
Mamosta “Hesen Şiwêsalî ku beriya serkeftina şoreşa gelên Îranê li sala 1979’an de û piştî serketina şoreşê berpirsê rêxistina Hizba Demokrat li Urmiyê bû, behsa rola malbata nemir Simko li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de kir. Wî li ser rola girîng a Tahirxan Simko li birêxistinkirina eşîretên Kurd li derdora Urmiyê û Bakurê Rojhilatê Kurdistanê di destpêka hatineserkar a rejîma Îslamî kir.
Mamoste Hesen Şêweselî got: “bo rawestan li hember êrîşên lipey hev ên hêzên rejîma Îranê, Ew bandor û pêgeha bihêz a Tahirxan bû ku piraniya eşîran ketin bin fermana wî û hemaseyên mezin afirandin û gelek ji pîlanên dujmin pûç kirin, li tevahiya wan berxwedanan de Elîxan mil bi milê bavê xwe “Tahirxan” di eniya herî pêş a berxwedanê de bû.
Di beşên din de, rêzdaran “Tahir Aliyar endamê berê yê komîteya navendî ya Hizba Demokrat, Silêman Kelaşî Endamê berê yê Kumîta Navendiya hizbê û xelkê deverê, kakŞar Oramar, rojnamevan, Ebdullah Hîcab, kadrê berê yê Hizba Demokrat û çalakvanê siyasî, Teymûr Muradî, hevalê malbatê” li ser kesayetiya Elî Xan û malbata Simko çend gotarek pêşkêş kirin.
Serokê Komela Kurdî li Vêsterosê “Serko Amin” li ser xebatên nemir Elî Xan li dervayî welat û rol û hevkarîya wî li damezrandin û rêvebirina komeleyên Kurdî li Swêdê yên ku xizmeta pêşvebirin û pêşvebirina çanda Kurdî dikin, kir.
Li dawiyê de Eres, kurê mezin ê Elêxan Simko, peyam û spasiya malbata Simko npêşkêş kir.