Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mixabin Awa ya 4 salî li Urmiyê ço ber dilovaniya Xudê

11:18 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Awa Qehremanî ev keça temen 4 salî ku bi sedema lêdan û îşkenceya zirdayîka xwe çend roj bû li rewşa komayê û li nexweşxanê de bû, roja yekşemiyê 2 yê Befranbarê bo hemêşe çavên xêr nedîtiye xwe danane ser hev û koça dawî kir.

Awa Qehremanî gorî girte Videoyekê ku ji kamêraye çavedêriyê hatibû tomarkirin û li ser torên civakî hate belavkirin, bi şêwazkî gelek bêrehmane û dûr ji wîjdana mirovatiyê, ji aliyê zirdayîka xwe we kevt ber lêdan û kutanê, gorî vê vîdeoyê ev jina bê rehm digre pora Awa yê û li ser derabê fire dide nava hewşê.

Dema cînarekî mala wan bi çavê xwe wê cinayet û îşkenca Awa yê ji aliyê wê jina dilreş û bî wîjdan dibîne, telefonê dike bo babe Awa yê ku li cihê karê xwe bûye, haya babe wê xwe digehîne mal, mixabin rewşa Awa ya 4 salî gelek xirab dibîne, dem û dest digehîne nexweşxanê û bilez didne beşa çavedêriya hûr.

Wê rojê ve anku 12 rojan berî niha heya roja derbasbûyî Awa li komayê de ma, piştî hewlên duktoran, mixabin Awa roja derbasbûyî bo hemêşe êdî nerabû.

Bûyera ku wê jina dilhişk anî serê wê zaroka sava û vîdeoya îşkence û firedana Awayê, li wî heyamî de dengvedanekî berfireh li ser torên civakî û bertek li pey xwe anîn.

Ma gelo dibe ku digel vê keça 4 salî reftarekî handî dûr ji wîjdana mirovatiyê bête kirin?

Jiyana zarokan tenê girêdayî bi xwedîkirin û kêşana naza dayîk û babane.

Reftara nemirovane, îşkence, li rewşa komayê de man û mirna Awa yê wîjdan û derûna me hemiyan hejand.

Bila çêroka awayê bibe ders bo hemî dayîk û Baban ku carekî din bo çi Awayekî din, ev yeka ducarî nebe.