Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniyayê hûşdarî da rejîma Îranê

11:21 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Li halekê de ku êrîşên hûsiyan bo ser gemiyên ticarî zêde bûne, Birîtaniyayê bi rohnî huşdarî da rejîma Îranê ku berdewamiya vê rewşê qebûl nake.

Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê, “Dêyvîd Kamêron” li hevpeyvîn digel “Sandî Têlêlgraf” de li derheq çalakiyên xisaretbar ên rejîma Îranê li derheq piştevanîkirina vê rejîmê li: “Hûsî, Hizbullah, milîsên Îraqê ku binkeyên Birîtaniya û Amerîkayê dikin Armanc û herwisa piştewaniya ji Hemasê nigeraniya xwe da xuya.

Herwisa navbirî got: “Gelek girîng e rejîma Îranê vê peyamê bi rohnî vergire: berdewamiya vê rewşê, nayê qebûlkirin”.

Herwisa “Dêyvîd Kamêron”  tevî tekezî li ser biryara Birîtaniya bo encamdana hejmarek hevkarî digel hevpeymanan bo rêgirî ji kiryarên rejîma Îranê got: Ev yeka gelek girîng e û asta metirsî û alozî li cîhanê de bi berawrd digel sal û dehikên berê, gelek zêde bûye û rejîma Îranê beşek ji vê dîmenê ye”.

Navbirî careke din bi tekezkirinê got: “Birîtaniya dixwaze huşdarîyeke rohn bide Hûsiyên Yemenê û piştevanê vê, anku rejîma Îranê, ku em berdewamiya wan êrîşan bo ser gemiyên ticarî, qebûl nakin”.