Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerde û hînkarî li Îranê gihîştiye asta herî nizim

11:28 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Li wan 2 salên derbasbûyî de rêjeya serkevtîbûna dersxwanan bi awayek ku cihê heyrîmanê ye, daketiye û hejmareke gelek zêde ji derxwanan li waneyên xwe de serkevtî nabin û bernameyên seqet û nezanistî yên rejîmê ew rêjeye zêdetir kiriye.

Pêka raporên belavbûyî, heyama 2 sal e ku rêjeya serkevtîbûna dersxwan gelek kêm bûye û piraniya dersxwanan nimreya nêvinciya wan ji 10ê kêmtir bûne û ew yeka nîşan ji kirîzeke gelek mezin li perwerde û hînkariya zarokên xelkê li Îranê de ye û rejîm tevî destêverdan bo aloztirkirina rewşê, bi bernameyên seqet û nezanistî dijwariya vê kirîzî zêdetir kiriye.

Kirîzên aborî, bilindbûna rêjeya rojreşiyê li Îranê, nebûna dahat, daketin asta zanistiya waneyan, bikaranîna besîc û pasdarên rejîmê wek mamoste û wanebêjan ji aliyê rejîmê, bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê bi taybet ên dersxwanan û bi 10an pirsgirêkên din ku encama şerxwazî û siyasetên kawilker ên rejîmî li Îranê ne, bûne sedem ku dersxwan nekarin li waneyên xwe de serkevtî bin.

Pêka gotina piraniya karnasan, bi rêkar û siyasetên ku rejîma Îranê girtine bera xwe, rewş ji ya hehî jî dê gelek xirabtir bibe û siyaseta rejîmê li tevlihevkirina ideolojiya “Şehadet”ê  digel waneyan, perwerdeya zanîstî rastî şikesteke yekcarî aniye.