Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekdarên nenaskirî derbeyeke giran li bikirêgirtiyên rejîmê li Belûçistanê de dan

11:46 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Hejmarek ji bikêgirtiyên rejîma Îranê yên ser bi Îtilaata spaha pasdaran a bajarê Serawan li dema danana bose bo xelkê Belûç, li axa pakistanê de kevtine ber êrîşa kesên çekdar ên nenaskirî û hejmarek hatine kuştin.

Pêka rapora “Halveş” hêzeke bi kirirêgirtiyên xwecihî yên ser bi Îtilaata spaha pasdran li bajarê Serawanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku bi armanca derbrelêdan û encamdana operasiyon çobûne nav axa Pakistanê rastî êrîşa çekdarên nenaskirî hatin û zêdetir ji 6 kes ji wan bi kirêgirtiyan hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêka rapora “Halweş” ew bi kirêgirtiyên rejîmê bi 4 maşînên haylûks û lendkurozêr bi rêya sînorê “Bonser Kilegan”ê ta 5 kîlometriya nav axa Pakistanê çone û li devera çiyayî ya “Beçêrahî” li nêzî bajarê “Maşkîd” a Pakistanê bose bo kesên çekdar danîne ku bi xwe kevtine boseyê û hejmareke zêde cebilxane û maşîneke lendkurûzêr ji wan bi cih ma û zêdetir ji 6 kes ji wan hatine kuştin û birîndarkirin.

Herwisa Halveşê daye zanîn ku ew bi kirêgirtiyên zindî mayî zivirîne nav axa parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.

Bi tenê nasnameya bi kirêgirtiyek ê bi navê “Mortiza Mihemedî” ku hatiye birîndar kirin û “Elî Gumaşdzêhî” ku hatiye kuştinê hatiye belavkirin lê ti zanyuariyeke zêdetir li ser hejmara serast a kuştî û birîndarên rejîmê û herwisa nasnameyên wan li ber dest nîne.