Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li meha sermawezê de zêdetir ji 100 binçavkirî, bidar vekiriye

11:50 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Li heyama heyvekê de rejîma Îranê zêdetir ji 100 binçavkirî li girtîgehên xwe de bidarvekirine ku 2 kes ji wan jin û 3 zarok û 6 kes jî girtiyên siyasî bûne.

Navenda Mafê Mirov a Îranê amarek li derheq rêjeya bidarvekirinan li Îranê belav kiriye û pêka vê raporê, li heyva Sermaweza 1402 a Rojî, zêdetir ji 102 binçavkirî li girtîgehên rejîmê de hatine bidarvekirin ku pitira wan bidarvekirinan bi awayê nihênî bûne û piraniya tohmetên sepandî bi ser wan de pêwendîdar bi madên hişber û kuştinê bûye û 6 kes jî girtiyên siyasî bûne.

Navenda Mafê Mirov a Îranê navê wan girtiyên siyasî yên bidarvekirî wiha belav kiriye: “Mîlad Zohrêwend, Kameran Rizayî, Elî Sabir, Hanî Şehbazî, Eyûb Kerîmî û Mîlad Bîdê”.

Pêka vê raporê, 2 jin û 3 zarok jî hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê ji girtiyên bidarvekirî, 21 kes Belûç û 16 kes Kurd bûne û li girtîgehên rejîmê li 33 bajarên Îranê, ew bidarvekirin bi rê ve çone.