Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

6 kedkarên petrokîmiya bajarê Çiwar bi sedema derxistin li ser kar hewla xwekujiyê dane

11:54 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Li heyama 2 salan de 6 kedkarên petrokîmiya bajarê Çiwar a ser bi parêzgeha Îlamê bi sedema derxistin li ser kar hewla xwekujiyê dane.

Pêka raporên belavbûyî li heyama 2 salan 6 kedkarên petrokîmiya bajarê Çiwar a ser bi parêzgeha Îlamê ên bi navên “Mihemed Mensûrî, Elîmihemed Kerîmî, Areş Teberrok, Hêyder Muhsinî” û li vê dawiyê de jî “Cewad Norûzî û Mistefa Ebasî” hewla xwekujiyê dane ku niha li beşa “ICU” de li rewşa man û nemanê de ne”.

Derxistina bi kom a kedkaran ji aliyê berpirsên petrokîmiya Çiwar ve bûye sedema bêhêvîtî û nerazîtiya kedkarên vê petrokîmiyê.

Herwisa kedkarên vê petrokîmiyê ragihandine ku cudatîdanîn li nevbera kedkarên xwecihî û yên din gelek zêde ye û gelek caran heqdestên wan ên kêm jî nadin an bi gelek derengî têne dan, heqdesta wan kedkaran kêm e û ji gelek mafên kedkariyê bê par in û hejmarek zêde ji wan kedkaran xwediyê birwanameya karnasî an karnasiya bilind in ku bi heqdesteke kêm mijîlê kedkariyê ne.