Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Ensar El-Forqan” êrîşa bo ser kirêgirtyiyên rejîmê li axa Pakistanê li stuyê xwe girt

18:20 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Girûpa çekdar a “Ensar El-Forqan”, bi belavkirina daxuyaniyekê êrîşa bo ser bi kirêgirtiyên rejêmê yên ser bi îtilaata spaha pasdaran ên bajarê Serawanê li axa Pakistanê de li stuyê xwe girt.

Girûpa çekdar a “Ensar El-Forqan” bi belavkirina daxuyaniyekê li ser rûpela xwe ya tora civakiya Telegramê, berpirsayetiya êrîşkirin bo ser hejmarek ji bi kirêgirtiyên xwecihê yên bajarê Serawanê yên ser bi îtilaata spaha pasdaran a terorîst, li axa Pakistanê ku çendîn kuştî û birîndar hebûne, li stuyê xwe girt.

Pêka vê daxuyaniyê, hêzên “Ensar El-Forqan” li operasiyoneke taktîkî de li nêzî sînorê Pakistanê, hêzeke bi 10an kesî ya wan bi kirêgirtiyên rejêmê, kirine armanca gulleyên xwe û piştî şerekî çend demjimêrî, zêdetir ji 10 kes ji hêzên rejîma Îranê kuştine û birîndar kirine”.

Herwisa Girûpa çekdar a “Ensar El-Forqan” li vê daxuyanuiyê de îşare bi kevtina wan hêzên rejîmê li boseya hêzên xwe kirine û hejmarek ji alavên wan bi kirêgirtiyên rejîmê jî hatine jinavbirin”.

Herwisa nûçeyên din li Prlzgeha Sîstan û belûçistanê belav bûne û ragihandinên xwecihî yên xelkê Belûç, îşare bi rewşa aloz a bajarê Rask û derdora wî bajarî kirine û pêka wan nûçeyan, ev dever hatiye milîtarîzekirin û rewşeke tund a ewlehiyê bi ser vê deverê de hatiye sepandin û hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîmê tevahiya rêyên gundan ên derdora bajarê Rask bo Laşar, Rask-Serbaz, Rask- Çabihar, bi tundî têne kontrolkirin û rejîmê hêzeke zêde li vê deverê de cihgîr kiriye.