Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê: “ amara bidarvekirinan li Îranê gelek bi sam e”

12:20 - 3 Kanûna pêşîn 2023

Yekîtiya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê, lezgîniya bidarvekirinan li Îranê,  gelek bi sam binav kir û daxwaza sekinandina cezaya bidarvekirinê kir.

Yekîtiya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê, tevî îşarekirin bi bidarvekirina “Hemîdriza Azerî” yê temen 17 salî û “Mîlad Zohrêwend” ê binçavkiriyê xwenîşandana seranserî li Îranê ragihandiye: “lezgîniya niha ya bidarvekirinan li Îranê ku ji destpêka sala zayînî ve 600 halet bûne, gelek bi sam e”.

 Dosyeya “Hemîdriza Azerî” li temenê 16 saliya wî de hatiye çêkirin û li temenê 17 saliyê de jî hatiye bidarvekirin  û “Mîlad Zohrêwend” bi bê hebûna parêzer û bê hevdîtina cara dawî digel malbata wî, bi bandor û li jêr givaşên spaha pasdaran a terorîst, li girtîgeha rejîmê li bajarê Hemedanê de hatiye bidarvekirin.

Yekîtiya Ewropayê li daxiyaniya xwe de tekezî li ser dijayetiya xwe ya pêka yasayan û micidî li hember bikaranîna cezaya bidarvekirinê li her dem û li her rewşekê de kiriye.

Herwisa li vê daxuyaniyê de îşare bi mafê zarokan pêka xalên konvansiyona cîhanî ya mafê zarokan hatiye kirin.

Berê jî Saziya Mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî, bidarvekirina çalakvanên siyasî û azadiya gotinê û rênedan bo lidarxistina kombûnên nerizayetiyê ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kiribû.