Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên li deryaya Sor berdewam in

10:49 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Pîştî ku balafireke Hûsuyan bû armanca mûşeka hêzên Amerîkayê, serokê Hûsiyan gefa êrîş bo ser gemiyên şerker ên Amerîkayê xwariye.

Sibêdeha Roja Sêşemî 5ê Befranbarê bûyerek li 50 mayliya rojavayê qiraxava “Hedîdê” de qewimiye ku zanyariyên vê bûyerê hêj nehatine ragihandin lê Hêza Deryayîya Artêşa Birîtaniyayê hûşdarî daye Hûsiyên Yemenê ku bûyerên wiha dubare nebin.

Hûsiyên Yemenê bi alav û cebilxane rejîma Îranê û bi alîkarî, piştevanî û hevkariya vê rejîmê, rewşa aramiya deryaya Sor, geviya Babulmendeb û deryaya Emman aloz kiriye û her carê bi hêceta derbelêdan bi Îsraîlê, êrîşê ser gemiyên ticarî dike ku heta niha çi ji wan gemiyan pêwendî bi Îsraîlê ve nebûne.

Li vê derheqê de roja Yekşemî, balafireke sixurî ya Hûsiyan bû armanca mûşeka gemiyeke şerker a Amerîkayê û serokê Hûsiyan hûşdarî daye ku li berdewamiya êrîşên Amerîkayê, dê êrîşê bike ser hêzên Amerîkayê.

Herwis “CENTCOM”ê daye zanîn ku roja Şemiyê jî, 4 dironên Hûsiyan ku nêzî gemiyeke wan bûne, teqandine.