Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê êrîş kiriye ser Ketayîb Hizbullah a Îraqê

10:57 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Amerîkayê 3 binkeyên “Ketayîb Hizbullah” li Îraqê teqandin û hejmarek ji wan milîsên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêntagonê ragihand ku 3 personelên Amerîka li êrîşa milîsên ser bi rejîma Îranê bi binkeya leşkeriya Amerîka li balafirxaneya navnetewî ya Hewlêrê, birîndar bûne û Artêşa Amerîkayê li bersiva vê êrîşê de binkeyên Ketayîb Hizbullah ku bikerên wan êrîşan bûne, kirine armanc.

Pêka rapora “CENTCOM”ê ew binekyên ku bûne armanca êrîşên esmanî ya hêzên Amerîkayê, ser bi Ketayîb Hizbullah a Îraqê û girûbên ser bi wan milîsane bûye.

“CENTCOM”ê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku pêka berewirdên destpêkî, li encama êrîşên Amerîkayê li ser wan 3 navendên Ketayîb Hizbullah, ew bi tevahî teqiyane û renge hejmarek ji milîsên li wan binkeyan de jî hatibne kuştin an birîndarkirin.

Li vê derheqê de Fermandeyê “CENTCOM”ê general “Maykêl Korîla” gotiye: “Ew êrîşane li bersiva wan aliyan hatiye kirin ku berpirsê rasterast ên êrîşên bo ser hêzên hevpeymaniya Navnetewî li Îraq û Sûriyê ne û herwisa armanc, kêmkirina şiyana leşkeriya wan milîsan bo êrîşên dubare ye, Em dê hertim hêzên xwe biparêzin”.

Herwis Koşka Sipî jî, li vê derheqê de ragihandiye ku li berdewamiya wan êrîşên bo ser personelên Amerîkayê, Amerîka dê rasterast bersiva wan bide.