Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn netanyaho bo sekinandin aşer 3 merc danîne

11:17 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Serokwezîrê Îsraîl bo sekinandina şer û agirbestê 3 merc danîne û gotiye ku Ew 3 merce bo cihgîrbûna aşitî li navbera Îsraîl û cîranên Felestînê yên wî welatî li Xezê ne.

Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” bi belavkirina gotarekê li belavoka “The Wall Street Journal” de 3 merc bo sekinandina şer û agirbest li Xezê danîne ku ew 3 merc ev in: “Divê Hemas ji nav here, divê Xeze bi tevahî bibe devereke medenî û civaka Felestînê divê ji tundajotiyê bê paqîjkirin”.

Navbirî bi tekezî gotiye: “Ew 3 merce bo cihgîrbûna aşitî li navbera Îsraîl û cîranên Felestînê yên wî welatî li Xezê ne”.

Herwisa Misrê jî pêşniyarek bo sekinandina şer pêşniyar kiribû ku ji aliyê Hemas û Cehada Îslamî ya Felestînê ve hatibû red kirin û li vê pêşniyara aşitiyê de daxwaza radestkirina kontrola tevaw a Xezê bi Îsraîlê ji Hemas û Cehada Îslamî ya Felestînê hatibû kirin lê wan milîsên ser bi rejîma Îranê her lihevhatinek bilî azadiya barimteyan red kirine.