Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza Esmaniya Îsraîl, pasdarekî terorîst li Sûriyê kire armanc

12:14 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Pasdarekî rejîmê yê li jêr navê “Rezî Mûswî” ku berpirsekî payebilind ê spaha Quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst e li Sûriyê bû armanca mûşekên Îsraîlî.

Pêka raporên belavbûyî, roja Duşemî 4ê Befranbara 1402 a Rojî, pasdarekî cinayetkar ê li jêr navê “Rezî Mûsewî” ku pasdarekî payebilind ê spaha pasdaran a trorîst e li taxa Zênebiyê ya bajarê Demişqê ku cihê dariştina pîlanên gemar û kana fitneyên rejîma Îranê û mana hêzên terorîstî û cinayetkar ên rejîma Îranê ye, bûye armanca 3 mûşekan û hatiye kuştiye.

Ew pasdarê cinayetkar yek ji hevkarên terorîstê gemar ê navnetewî “Qasim Silêmanî” bû ku li êrîşa dironeke Amerîkayê de li Îraqê bi maşîna hilgirê wî ve hate teqandin.

Balyoz-terorîstê rejîma Îranê li Sûriyê “Hesen Ekberî” li vê derheqê de gotiye ku Rezî Mûsweî wek dîplomat û şêwirmendê 2ê yê vê balyozxaneyê! bûye û pasport û niştecîbûna dîplomartîk hebûye. Gotinên wî dîplomat terorîstê rejîmê li halekê d eye ku piraniya cinayetên gemar ên rejîmê li cîhanê bi rêya binav dîplomatên wiha ku ser bi spaha pasdaran in, bi rê ve dibin û ew pasdarê cinayekkar yek ji berpirsên payebilind ê spaha Quds bûye.

Ragihandinên Îsraîlî û yên ser bi rejîma Sûriyê li vê derheqê de ti zanyariyek belav nekirine.

Rejîma Îranê li hember kuştina wî terorîstê gemar de gef li Îsraîlê xwariye.