Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirxaneyên Heleb û Demişqê bi sedema êrîşên Îsraîlê karê xwe sekinandin

12:43 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Piştî êrîşa mûşekî û balafirên şerker ên Îsraîlê bo ser balafirxaneyên “Heleb û Demnişq”ê, bandên firîn ên wan balafirxaneyan rastî xisarên giran hatine û nayêne bikaranîn lewma karê balafirxaneyan sekiniye.

Wezareta Bervaniya rejîma Sûriyê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku bandên firîn ên Balafirxaneyên “Heleb û Demişq”ê bi sedema êrîşên Îsraîlê bo ser wan balafirxaneyan ji nav çone û karê wan balafirxaneyan heta daxuyanuiyeke din hatiye sekinandin.

Pêka raporên belavbûyî, balafirên şerker ên Îsraîlê roja Duşemî 4ê Befranbarê, deverên başûrê Felestînê, devera Gulan û balafirxaneya Demişqê bi tundî û giranî mûşekbaran û bombebaran kirine û herwisa balafirên şerker ên Îsraîlî, ji rojavayê bajarê Laziqiyê ve balafirxaneya Helebê kirine armanca mûçekan û derbên giranb bi vê balafirxaneyê xistine.

Armanca bingehîn a Îsraîlê bo êrîşkirina li ser balafirxaneyên Sûriyê, rêgirî ji gihandina cebilxane û alavên şer ên rejîma Îranê bo terorîstên tundajo û herwisa milîsên ser bi rejîma Îranê li Sûriye û Lubnanê ye ku rejîm bi rêya balafirên rêvîngî wan alav û cebilxaneyan vediguhaze.