Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Beravanî yê Îsraîl ragihandiye ku em li çendîn eniyan de şer dikin

18:15 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Wezîrê Beravanî yê Îsraîlê bi tekezî gotiye ku her alieyk êrîşê bike ser me, em dê bikin armanc û bi ti awayek jî êrîşa me rizgar nabe.

Wezîrê Beravanî yê Îsraîlê “Yuav Galant” roja Sêşemî 5ê Befranbara 1402 a Rojî li Parlemana Îsraîlê(Knesset) de bi awayê nerasterast ragihand ku dê li Îran Îraq û Yemenê de dê bersiva wan êrîşan ser Îsraîlê bide û bi ti awayek dest ji bersivdanê hilnagire.

“Yûav Galant” bi rohnî got: Em li çendîên eniyên şer de şer dikin û ji 7 aliyan ve kevtine ber êrîşê, ji aliyê Xezê, Lubnan, Sûriye, Îraq, devera Yehûda û Samira(tenîşta rojavaya çemê Ordonê), Yemen û Îranê, me li 6 eniyên şer de bersîva Êrîşên bo ser Îsraîlê daye.

Nabvirî bi tekezî got: Ez li wir bi eşkere radigehînin, her kes li dijî me şer bike, dê bo me bibe armanceke rasterast û bi ti awayekî ji vê yekê rizgar nabe”.

Herwisa Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” jî li derheq şerê Îsraîlê de gotibû: “Ew şere şerekî giran e û heta gihîştin bi encamê nasekine, em ji dana çi nirxekê xwe naparin û ew şere dê heyameke dirêj berdewam be”.