Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka nigeranê lezgîntirbûna meyandina Uraniyom li Îranê ye

10:45 - 27 Kanûna pêşîn 2023

Piştî rapora Ajansa Navnetwî ya Wizeya Navkî li derheq lezgîntirbûna meyandina Uraniyom a bi tîratiya %60, Amerîkayê li vê derheqê de nigeraniya xwe nîşan da.

Piştî rapora Ajansa Navnetwî ya Wizeya Navkî li derheq lezgîntirbûna meyandina Uraniyom a bi tîratiya %60 ku li roja Sêşemî 5ê Befranbarê belav bû, Berdevkek ê Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê nigeraniya micid a Amerîkayê ji zêdebûna lezgînî ya meyandina Uraniyêmê, da xuya.

Li rapora Ajansa Navnetwî ya wizeya Navkî de hatiye ku rejîma Îranê qasa meyandina Uraniyom a bi tîratiya %60, li her mehê de heta 3 kîloyan kêm kiribê lê careke din lezgîniya meyandinê zêde kiriye û li her mehê de zêdetir ji 9 kîlo Uraniyomê bi tîratiya %60, dimeyîne.

Wî berdevkê Koşka Sipî bi tekezî got: “zêdebûna aloziya navkî ya Îranê li demekê de ye ku milîsên ser bi vê rejîmê kiryarên metirsîdar û alozker li deverê de dikin ên wek êrîşên vê dawiyê yên dironî û rakêtî yên li Îraq û Sûriyê û herwisa êrîşên Hûsiyan bo ser gemiyên ticarî li deverê û deryaya Sor, cihê nigeraniyê ye.