Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“CENTCOM”ê ragihandi ku hejmarek ji diron û mûşekên Hûsiyan li esman de ji nav birine

11:43 - 27 Kanûna pêşîn 2023

Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê daye zanîn ku li rojekê de çendîn dironê û mûşekên Hûsiyan ku bo aliyê deryaya Sor hatibûne avêtin, li esman de teqandine. Herwisa îsraîl û Misrê jî dironên Hûsiyan kirine armanc.

“CENTCOM” roja Sêşemî 5ê Befranbarê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li vê rojê de ji aliyê gemiya şerker a “USS Laboon” û balafirpên şerker ên “F18” yên gemiya balafirhilgira “Eisenhower”, 12 dironên bombrêjkirî, 3 mûşekên balistîkî yên dije gemî û 2 mûşekên Cruise ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê li navbera 10 demjimêran de hatibûne avêtin, kirine armanc û ji nav birine”.

Herwisa “CENTCOM”ê gotiye ku li wan êrîşan de ti sixarek canî û malî bi gemiyan û personelên wan gemiyan nekevtiye.

Li hemen rojê de berpirsekî Birîtaniyaê bas ji 2 teqîn ên li mewdaya 5 mayliya gemiyekê kiriye ku li rewşa derbasbûn ji avên deryaya sor bûye.

Hûsiyên Yemenê li hemen rojê îdia kirin ku bi sedema guhnedana berpirsên gemiya “MSC United” bi huşdariyan, êrîş kirine ser vê gemiyê, ew êrîşe li halekê de ye ku kompaniya gemîraniya “MSC Mediterranean” daye zanîn ku ew gemiye ji Erebistanê rû bi Pakistanê ve diço û bi daxwazkirina alîkarî ji hêzên hevpeymanan, karî ji deverê dûr bikeve.

Herwisa Îsraîlê jî ragihandine ku balafirên şerker ên Îsraîlê balafireke dujmin li ser avên deryaya Sor kirine armanc.

Herwisa sîstema berevaniya esmanî ya Misrê jî dironeke Hûsiyan li vê rojê de li ser devera geştyarî ya “Zehab” kire armanc û ji nav bir.