Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê de kombûn û xwenîşamdanên nerizayetiyê bi rê ve çon

12:06 - 27 Kanûna pêşîn 2023

Kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyan, kedkarên kompaniya pola, zêringiran û çendin kombûn û xwenîşandanên din li roja Sêşemî 5ê Befranbarê bi rêve çon.

Roja Sêşemî 5ê Befranbarê, li bajarê Kirmaşanê de malnişînkiriyan li ber deriyê Sendûqa malnişînkiriyan li vî bajarê de kombûn û daxwaza cîbicîkirin adaxwaziyên xwe kirine û herwisa daxwaza yekîtiya malnişînkirinên leşkerî, dabînkirina civakî û malnişînkiriyên din kirin û dirûşma yekêtî yekîtî dan.

Herwisa li bajarê Ehwazêde kedkarên kompaniya Pola ya wî bajarî tevî sekinandina karê xwe, kombûn û xwenîşandana nerizayetî lidar xistin û çendîn daxwaziyên xwe ên wek derxistina berpirsê gendel, dana mafê beşdariya kedkaran li birêveberiya vê kompaniyê ku ya kedkaran bi xwe ye û çendîn daxwaziyên din kirin, hêzên întizamî yên rejîmê, bi rêjeyeke zêde li derdora wan kedkaran de hatibûn ecihgîrkirin.

Zêrîngiran bi sedema biryara nû ya zêdekirina bac li ser pîşeya Zêringirî li Îranê, li çendîn bajarên wek Tehran, Hemedan û Erdebîl”ê de tevî daxistana tevav a bazar û dukanên zêringiriyê li wan bajaran de nerzayetiya xwe bi mangirtinê nîşan dan.

Herwisa xelkê bajarê Erdekanê bi sedema gemarbûna hewa û zêdbûna metirsî li ser canê wan bi sedema zêdebûna kargehên gelamrek ên hewa û bikarhatina madên gemarker, rijiyane ser şeqaman û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Kedkarên bajarvaniya Tehranê jî li ber deriyê vê bajarvanyê kom bûn û daxwaza derxistina bajarvan li ser kar û dana heqdestên xwe kirine.