Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî raporên li derheq şerê Îsraîl digel Hemas û Hizbullah a Lubnanê

17:39 - 3 Kanûna pêşîn 2023

Piştî dawîhatin bi agirbesta li navbera Îsraîl û Hemasê, şer bi dijwariyeke zêdetir berdewam e û Hizbullh a Lubnanê çend rakêt avêtine bakûrê Îsraîlê û Îsraîlê jî bi topxanê bersiva wan daye.
Li êrîşa rakêtiya Hizbullah a Lubnanê bo ser devera “Bêyt Helîl” çend serbazê Îsraîlî bi sivikî birîndar bûne û Artêşa Îsraîlê ji li bersivê de binkeyên Hizbullah a Lubnanê Topbaran kirin û ragihandine ku ji axa Lubnanê ve çendîn rakên bo bakûrê Îsraîlê hatine avêtin ku bilî yekê, tevahî li axa Lubnanê ketine.
Li halekê ku nigeranî li hember destpêkirina şerekî tevaw li navbera Artêşa Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê de heye, Saziya Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Ereb dixwazin roja Sêşemî 14ê Sermawezê kombûneke neyasayî bo gengeşe li derheq rewşa Xezê, lidar bixin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ku ji destpêka şer digel milîsên Hemasê deriyê çone nav zêdetir ji 800 tûnelên binerd peyda kirina û zêdetir ji 500 derî û bi 100an kîlometr tûnelên Hemasê teqandine û piraniya deriyên tûnelan li nêzî xwendingehan, mizgevtan, cihê perwerdekirina zarokên pêş xwendingehê û cihê lîstokan de bûne.
Berdevkê Erebziman ê Artêşa Îsraîl “Avichay Adraee” tevî îşarekirin bi kuştina fermandeyê hêza “Şocaîye” yê bi navê “Vessam Ferhat” rû bi hêzên “Şocaiyê”, peyamek belav kiriye û gotiye: “We 2 rê hene an teslîm bin an dê rastî qederek wek Wesam Ferhat bên”.
Herwisa biryar e ku dironên Birîtaniyayî li 15ê Sermawezê de lêgerîn li pey barimtegirtiyan li xezê de dest pêbikin; 5 kes ji xeklê Birîtaniya li encama êrîşa Hemasê de bê serûşûn bûne û 12 kes jî hatine kuştin.
Herwisa Saziya ewlehiya Îsraîlê “Şîn Bêt” çendîn Felestînî ku li êrîşa bo ser maşîna Îsraîlê li nêzî bajarê “Zawiyê” binçav kirine û dest bi ser hejmarek cebilxaneya wan de girtine û herwisa zêdetir ji 60 kes li bajarên “Ramellah, Cinîn, Nablos, Bêt Lehm û Hibron”ê de jî binçav kirine.