Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê wênegirtin ji pirça keçên werzişvan qedexe kir

12:32 - 27 Kanûna pêşîn 2023

Rojanameya “Êtimad” a ser bi rejîmê daye zanîn ku bi pêka biryara nû, rêkarên nû diyarî kirine ku êdî wêneyên, dest û pirça werzişvanên jin û keçan li wênegirtinan de xuya nekin.

Pêka rapora vê rojnameya rejîmê, ew biryare bi awayê devkî hatiye ragihandin û jinên wênegir erkdar kirine ku ji jinên werzişvan ku pirça wan xuya dike an milê xwe hidane, wêneyan hinegirin, li rengehiya vê yekê de jî mafê belavkirina wêneyên wiha nînin.

Li vê raporê de hatiye ku Federasiyona Fûtbal, wêneyan yek bi yek konrtol dike.

Heta niha rohn nebûye ku ew biryare ji aliyê çi navendeke rejîmê ve hatiye dan.

Hêjayê gotinê ye ku jinên wênegir mafê beşdarbûn li çi kêbirkêyeke werzişî ya mêran de nînin.

Cûdatîdanînên zayendî û sînordarkirina mafê jinan ji aliyê rejîmê li halekê de zêdetir dibe ku beşdariya jinên werzişvan bi bê hicaba bi zorê li kêbirkêyên cîhanî û nevxwe de li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê, rejîma Îranê xistibû tengasiyan ku nerizayetiya hejmarek ji navend û karbidestên payebilind ên rejîmê li pey xwe anîbû.