Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên deryayî yên rejîmê li bajarê Konarekê de hewla talankirina belemên masîgiran dane

17:00 - 27 Kanûna pêşîn 2023

Hêzên talanker û dijemirov ên yekeya taybet a deryayiya rejîmê li bajarê Konarekê de êrîş kirine ser hejmareke misîgirên Belûç û hewla dest danîn bi ser belemên wan ên masîgirtinê dane û pevçon qewimye.

Pêka rapora Resedê Belûçistan, hêzên yekeye taybet a deryayî ya rejîma Îranê li bajarê qiraxavî yê Konarek li parêzgeha Sîstan û Blûşistanê de êrîş kirine ser hejmareke masîgirên Belûç û hewl dane dest bi ser belemên masîgirtina wan de bigrin lê rastî berxwedana xelkê û bi taybet xwdiyê belemên masîgirtinê hatine.

Pêka vê raporê, xelkê bo parastina darayiyên xwe ji talankirin û destdanîna wan hêzên hov bi ser belemên xwe, li hember wan hêzan sekinîne û pevçom qewimiye, lê zanyariyên zêdetir hêj belav nebûne.

Xelkê bajarê qiraxavî yê konarekê, dahata wan bi rêya masîgirtin û firotina vê li bazaran de ye û piştî radestkirina avên kendav û deryaya Emanê bi pîşeya masîgirtin a Çinê ji aliyê rejîma Îranê, êdî  masî bi gelek kêm dest dikevin û ew masîgirên xwecihî, nikarin bi qasa hewce masiyan peyda bikin, li rewşeke wiha de rejîm bi cihê alîkarîdan bi wî xelkê, hewla destdanîn û talankirina belemên wan ên masîgirtinê jî dide.