Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê sepandî ya bidarvekirinê bi ser girtiyek li girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê de bi rê ve ço

17:05 - 27 Kanûna pêşîn 2023

Welatiyek ku bi tohmetên pêwendîdar bi kuştinê ji aliyê dadgeha rejîmê ve cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê de hate bidarvekirin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, welatiyek ê bi navê “Mihemedriza Mêhreban” ê temen 35 salî û xelkê bajarê “Qurvê” ku bi tohmeta “kuştina bi zanebûn”, cezaya bidarvekirinê ji aliyê dadgeha rejîmê ve bi ser de hatibû sepandin, li sibêdeha roja Sêşemî 5ê Befranbarê li girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê de hate bidarvekirin.

Ew welatiye ku bi tohmeta kuştina bi zanebûn 4 salan berî niha hatibû binçavkirin, li roja Yekşemî 3ê Befranbarê bo odeya takekesî ya girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê, hatibû veguhatin.

Ragihandinên ser bi rejîmê û herwisa berpirsên pêwendîdar li vê derheqê de ti zanyariyek belav nekirine.

Rêjeya bidarvekirinê li Îranê roj bi roj lezgîntir û zêdetir dibe.