Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lezgîniya bilindbûna enflasiyon li heyva Sermawezê de zêde bûye

10:43 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Navenda Amar a rejîma Îranê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku bilindbûna enflasiyonê li heyva Sermawezê de lezgîntir bûye.

Pêka rapora Navenda Amar a rejîma Îranê, nirxa enflasiyon li heyva Sermawezê 2.9 ji heyva pêştir anku heyva Xezelwewrê zêdetir bûye û ew yeka pêka amarên rejîmê, zêdetirîn asta enflasiyonê ji destpêka heyva Banemera Îsal heta niha ye.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku nirxa enflasiyona heyva Sermaweza 1402 bi berhevdanîn digel heyva Sermaweza sala 1401 a rojî, zêdetir ji %40 e ku ew yeka jî zêderîn asta bilindbûna nirxa enflasiyon ya li sala derbasbûyî ji meha Pûşperê ve ye.

Li vê raporê de îşare bi nirxa goşt jî hatiye kirin ku zêdetir ji %97 bilind bûye.

Herwisa Serokê Gumrika rejîma Îranê jî gotiye ku hawirdekirina goştê mirîşkan li 8 mehên derbasbûyî de %48 daketiye.

Navendên cuda yên ser bi rejîma Îranê li derheq nirxa enflasiyon, amara bêkarî û rêjeya hejarî li Îranê û herwisa nirxa rojreşiyê amarên cuda û dij hev belav dikin, lê amara serast gelek zêdetir ji amarên belavbûyî yên ji aliyê rejîma Îranê ve ye.