Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêringirên bajarê Tehranê pêşniyarên rejîmê bo dawîanîn bi mangirtinê red kirin

10:47 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Endamên Sendîkaya Zêreingirên Tehranê bi micidî li hember gefên hêzên ewlehî sekinîn û pêşniyarên navendên rejîmê û navendên ewlehî bo dawîanîn bi mangirtinê, bi rohnî red kirin.

Rejîma Îranê baceke zêde xistiye ser pîşeya Zêreingirî û 5 roj e ku zêringiran li çendîn bajaran bi taybet li Tehranê man girtine û bazar û dukanên zêringîrî daxistine û rejîma Îranê bi hewlên çewt û sozên bê binyat hewla razî kirina wan daye lê zêringiran tevahiya pêşniyarên navendên rejîmê û hêzên ewlehî red kirine û biryara berdewamkirina mangirtinê dane.

Mangirtrina zêringiran li çendên bajarên wek Meşhed, Tehran, Kerec, Tewrêz, Îsfehan, Qum, Hemedan, Yezd û Erakê de li roja çarşemiyê jî berdewam bûn.

Li çend bajarên wek bajarê Tehranê hêzên ewlehî hewla razîkirina zêringiran dane lê zêringiran red kiriye û piştre hêzên ewlehî gef li zêringiran xwarine lê zêringiran biryar dane heta gihîştin bi daxwaziyên xwe dest ji mangirtinê hilnegirin.