Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemasê çewtekariyeke rejîma Îranê eşkere kir

11:09 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Spaha pasdarana terorîst îdia dike ku êrîşa milîsên Hemasê li 7ê Oktobrê bo tolhildana Qasim Silêmanî bûye lê berpirsên Hemasê ew îdiaya rejîma Îranê bi derev derxistin.

Çewtekariyên rejîma Îranê û îdiayên berpirsê spaha pasdaran a terorîst bo xapandin û ji rêderxistina raya giştî bi qasekê zêde bûne ku her kesek asayî jî bûye pêkenok û çewtbûna wan îdiayan bi rohnî têne xuya, lê vê carê Hemas ku piraniya xercê xwe ji Îranê dabîn dike û xelkê Felestînê pêka siyasetên rejîma Îranê dide kuştin, îdiaya spaha Pasdaran bi derev derxist.

Berdevkê spaha pasdaran a rejîma Îranê “Remezxan Şerîf” îdia dike ku “Tûfana El-Eqsa” bo tolhildana kuştin Qasim Silêmanî ye lê Hemasê bi belavkirina daxuyaniuyekê ew îdiaya spaha pasdarn bi derev derxist.

Rejîma Îranê bi sedema neşiyan li bersivdan bi kuştina “Rezî  Mûsewî” heta ji aliyê taqîm û girûpên navxwe yên ser bi rejîmê ve jî kevtiye tengasiyan û dixwaze bi çewtekarî û îdiayên bê bênyat bo xwe rewatiyê peyda bike û dest avêtiye îdiayên çewt û bê binyat ku bilî nîşandana rûkê çewtekar û bê binyat ê reîmê ti qazancek bo rejîmê nîne û dibe sedema pêkenîna xelkê ji wan îdiayan.