Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hindistanê gef ji bikerê êrîş bo ser gemiya “CHEM PLUTO” li avên Hindistanê xwar

12:06 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Wezîrê Berevanî yê Hindistanê li berteknîşandan bi êrîşa ser gemiyeke ticarî li avên Hindistanê de ragihand ku eger bikerê vê êrîşê xwe li bin avê de jî veşêrin em dê wan seza bidin.

Wezîrê Berevanî yê Hindistanê “Şêrî Racênat Sîng” li berteknîşandan li derheq êrîşa dironî ya ji aliyî Îranê ve bo ser gemiya “CHEM PLUTO” ku hilgirê madên kîmiyayî bûye li deryaya Hind de bi tekezî got: “Hindistan dê bikerê vê êrîşê heta hekî xwe li bin avên deryayan de veşarin, dê peyda bike û bi micîdî bersivê bide”.

Gotina Wezîrê Berevanî yê Hindistanê li halekê de ye ku pêka raporên “CENTCOM”ê  û çend aliyên din, ev dirone ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin.

Herwisa “Şêrî Racênat Sîng” tekez kir ku Hindistan pêbendê hevkariyê digel hevpeymanên xwe yên navnetwî bo dabînkirina ewlehiya berfireh a deryayî li deverê de ye.