Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê gundê Pêsanê li girtîgeheke rejîmê de li bajarê Urmiyê, canê xwe ji dest da

12:22 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Ciwanekî Xelkê gundê “Pêsan”ê ser bi devera “Tirgewer” a bajarê Urmiyê bi sedema givaş û îşkenceyên hêzên ewlehî li girtîgeheke rejîmê li bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest daye.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovê ya “Kurdpa”yê ciwanekî Kurd ê bi navê “Mensûr Selamet” ê xelkê gundê “Pêsan” ser bi devera Tirgewer a bajarê Urmiyê bi sedema hebûba çeka ravê li roja Çarşemî 6ê Befranbarê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê Urmiyê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha ewlehiya rejîmê ya bi navê “Neh Pêle” hatibû veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, navbirî piştî binçavkirinê,  li jêr givaş û îşkenceyên hêzên ewlehî li girtîgeha “Neh Pêle”yê de canê xwe ji dest daye.

Pêka vê raporê demjimêrên şevê, Çarşemî 6ê Befranbarê, hêzên ewlehî bi rêya pêwendiya telefonî, malbata “Mensûr Selamet” ji canjidestdana wî agehdar kirine.

Kurpayê daye zanîn ku hêzên ewlehî li derheq canjidestana Mensûr Selamet de gotine: “Sedema canjidestdana wî tirsîna li dema binçavkirinê de bûye ku bûye sedema sekinîna dil”.

Termê wî ciwanê Kurd piştî veguhastin bo pizişkiya dad a rejîmê li bjarê Urmiyê, radestî malbata wî hatoiye kirin û li roja Pêncşemî 7ê Befranbarê li cihê jidayîkbûna vî de bi axê hate spartin