Serokê Heyeta birêveber a Sendûqa Geşeya Netewiya Îranê îtiraf dike ku qerê kabîneyên rejîmê ji vê Sendûqê ji 100 milyard Dolarî derbas bûye û ti hêvîyek bo zivîrandina vî dirafî nemaye.
Rejîma Îranê li 12 salên derbasbûyî de bi amarên çewt ên dahateka xeyalî û diyarîkirina bûdce bi bê hebûna dahata hewce, bo dabînkirina beşek ji xercê xwe, ji Sendûqa Geşedana Netewî ya Îranê zêdetir ji 100 milyard Dolar diraf qer kirine û sendûqeke vala bi cî hiştine.
Li vê derheqê de Serokê Heyeta birêveber a Geşedana Netewî ya Îranê, “Mêhdî Xezenferî” gotiye ku qerê kabîneyên rejîmê ji vê Sendûqê ji 100 milyard Dolarî derbas bûye û ti hêviyek jî bo zivîrandina vî dirafî jî nemaye”.
Herwisa navbirî gotiye pêka biryaran divê %40 a dahata neftê bo zivirandina vî qerî, bi vê sendîqê bihata dan ku heta niha kêmtir ji %10 e û ti hêvîyek bo dana %40 a dahata neftê nemaye.
Herwisa navbirî hûşdarî da ku ew sendûqe li jêr gefa valabûnê de ye û kabîneyên bê jî renge qerkirina vî dirafî înkar bikin.
Alozî û gendeliya sîstematîk a aboriya Îranê bi sedema gendelî, dizî ji darayîya giştî, şandina diraf ji aliyê navendên ewlehî wek spaha pasdaran û îtilaata rejîmê û ofîsa Xamineyî û beyta Rehberî bo berfirehtirkirina terorîzm li cîhanê û çêkirina fitneyan, aboriya Îranê seqet kirine û heta qasa wan dirafên bêserşûnkirî jî ne xuya ye.