Li halekê de ku şer li Xezê berdewam e, Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku Xezê nadin destê Teşkîlata Xwebirêvebera Felestînî û dê devereke ewleh bo xelkê medenî yê Xezê ava bikin.
Roja Şemî 11ê Sermawezê, Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” gotiye: “Bi hevahengî digel Amerîka û saziyên navnetewî, dê devereke ewleh bo xelkê medenî yê Xezê ava bikin û piştî derxistina Hemasê ji Xezê, îznê bi Teşkîlata xwebirêveber a Felestînî nadin ku devera Xezê bêxe jêr kontrola xwe”.
Li halekê de ku şer li Xezê û çend bajarên din ê Felestînê û sînorên Îsraîl û Lubnanê berdewam e, Hemasê ragihandiye ku heta agirbest li Xezê neyê ragihandin û hemû binçavkiriyên Felestînî neyêne azadkirin, ev girûpe êdî ti barimteyekê azad nake.
Îsraîl û Hemas hevdû bi binpêkerê agirbestê binav dikin.