Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li sînorê Banê 2 kolber birîndar kirin

10:47 - 30 Kanûna pêşîn 2023

Henga sînorî ya rejîmê li sînorê Hengejale a Banê bi desrêjiya gulleyan li mewdaya gelek nêzîk ve 2 kolber bi tundî birîndar kirin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên “henga sînorî” ya rejîmê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, li mewdayeke gelek nêzîk vê bi kolber dane ber gulleyan ku di encamê de 2 kolber ên bi navên “Arman Mihemedî yê temen 34 salî û xelkê bajarê Sinê û Mêhran ku nasnavê wî nehatiye zanîn, ê temen 34 salî û xelkê bajarê Kamiyaranê, birîndar kirine.

Pêka raporên belavbûyî, ew 2 kolberane li halekê de kevtine ber gullên hêza henga sînorî ku ti bar an tîşte nebûne.

Herwisa hatiye belavkirin ku “Arman Mihemedî” bi sedema dijwariya birînên xwe bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Pêka rapora “Kolber News”ê ji destpêka demsala payîza îsal ji heyva Rezberê heta destpêka meha Sermawezê, li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema teqeya rasterast ên hêzên henga sînorî, lêdan û kutana ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê û teqîna mînan, ser hev 9 kolber hatine kuştin û 145 kolber jî birîndar bûne.

Ji vê hejmara kolberên ku hatinî kuştin û birîndarkirin, 141 halet bi teqeyqa rastersat a hêzên leşkeriye rejîma Îranê bûye ku dike %92 a vê amarê.