Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîbicîkirina cezayê bidarvekirina 4 girtiyan di girtîgeha Urmiyê de

11:38 - 30 Kanûna pêşîn 2023

Sipêdeha roja Înê 8ê Befranbarê, cezayê bidarvekirina çar girtiyên tometbar bi sûçê hevkariya Îtilaat û sîxûrî bi qazancê Îsraîlê, yên bi navên Nesîm Nemazî, Wefa Hinare, Aram Omerî Berdiyanî û Rehman Perhazû li girtîgeha Navendî a Urmiyê hate cîbicîkirin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, termên wan 4 kesan bi malbatên wan re nehatine radestkirin.

Ev 4 girtî, roja Pêncşemî 7ê Befranbarê bi mebesta cîbicîkirina cezayê biser de hatî sepandin, bo odeya take kesî a girtîgeha Urmiyê hatibûne veguhastin.

Piştî veguhastina wan çar girtiyan bo odeya take kesî, ti hevdîtin digel malbatên xwe nebûne.

Di heyama rojên derbasbûyî de Taya 39 a Dîwana bilinda welat, cezayê wan 4 girtiyên xelkê Urmiyê piştrast kir û cezayê bidarvekirina Mensûr Resûlî, tometbarê dinê ye vê dosyê hilwişand.

Li roja 17ê Rêbendana 1401 a Rojî, ev 4 girtî digel Mensûr Resûlî, endamê berê yê spaha pasdaran li dosyekî hevbeş de ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Înqilaba Urmiyê ve bi serokatiya bi nav dadwer Necefzade, bi tohmeta beşdarî li hevkariya Îtilaatî û sîxûrî bi qazancê Îsraîlê, cezayê bidarvekirinê biser wan de hate sepandin.

Herwisa 5 welatiyên din yên xelkê Urmiyê, yên bi navên:  Kamran Hinare, Fexredîn Dûdkanlûyî Mîlan, Eşkan Osman Nijad Gundik Mela, Hesen Omerpûr û Emîr Mûştaq Gengeçîn, di vê dosyê de bi tohmeta, Beşdarî li hevkariya Îtilaatî û Sîxûrî bi qazancê Îsraîlê, her yek ji wan bi 10 sal girtîgeh û bi hejmarkirina heyama girtina berê ev ceza biser wan de hate sepandin.

Wefa Hinare, Aram Umerî, Rehman Perhazû, Nesîm Nemazî, Kamran Hinare, Fexredîn Dûdkanlûyî Mîlan, Eşkan Osman Nijad Gundik Mela, Hesen Omerpûr û Emîr Mûştaq Gengeçîn li payîz û zivistana 1400 a Rojî ve, ji aliyê hêzên ewlehî ve li Urmiyê hatibûne girtin û her yek ji wan bo heyamekê li odeya take kesî a Îtilaata Urmiyê û li benda 209a girtîgeha Êvînê bi tohmeta, beşdarî li hevkariya Îtilaatî û sîxûrî bi qazancê Îsraîlê, keftibûne ber îşkencekirina tund a cesteyî û derûnî û piştî dawîhatina lêpêçînê, bo girtîgeha Urmiyê hatibûne veguhastin.

Mensûr Resûlî jî, li Banemera 1401 an a Rojî, piştî belavbûna girte fîlmekê li navbirî, li jêr navê, lêpêçîna destûpêwendiyên Mûsad, hate girtin.

Li wê derheqê de gelek bertek hatne şîşandanê û Şêwreya mafê mirove Netewên Yekbûyî roja înê sêdaredana wan 4 kesan ku 3 Mêr û Jinek bûn ji aliyê rejîma Îranê ve peretesto kir û nîgeraniya kûre xwe da xûyakirin.