Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Amerîka, milîsên ser bi rejîma Îranê li sînorê Îraq-Sûriyê kirine armanc

11:46 - 30 Kanûna pêşîn 2023

Li sînorê Îraq-Sûriyê Amerîkayê karwanek a kamiyonên barhilgir li navendeke milîsên ser bi rejîma Îranê kirine armanc û zêdetir ji 20 kuştî û birîndar lêketiye.

Pêka raporên belavbûyî,  sibêdeha roja Şemî, 9ê Befranbarê, Amerîkayê li devera Albokemal li nêzîkî sînorê Îraq- Sûriyê, 8 kamiyonên barhigir li navendeke milîsên ser bi rejîma Îranê bombebaran kiriye û zêdetir ji 20 kesên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin an bîndar bûne.

Çavdêrê Mafî Mirovî li Sûriyê daye zanîn ku li vê deverê de bilî milîsên Fatimiyûn, spaha psdaran û milîsên din ên ser bi rejîma Îranê binke hene.

Pêka wan raporan tevî, jinavçona 8 kamiyonên barhilgir xisarên din jî li vê binkeya Fatimiyûn kevtine.

Li vê derheqê de kanala Telegramiya “Sabirîn News” a ser bi rejîma Îranê belav kiriye: “Ew êrîşa esmanî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin û heta niha 5 kes birîndar bûne”.

Ragihandinên ser bi rejîma Beşar Esed, li vê derheqê de ti zanyarî an nûçeyek belav nekirine.

Êrîşên Amerîkayê bo ser berjewendî û milîsên ser bi rejîma Îranê zêde bûne û çend rojan berî niha 3 binketyên Ketayîb Hizbullah a Heşda Şeibî, kirine armanc û ji nav birin.