Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijminên jîngehê li kawilkirina jîngeha Kurdistanê berdewmin

11:55 - 30 Kanûna pêşîn 2023

Roja Înê, 8ê Befranbarê Encûmena kesk a Çiyaya Merîwanê bi belavkirina nûçeyekê, behs ji vê kir ku komek ji dijminên jîngeha Kurdistanê, li gundê Kallê a jorî ser bi bajarê Merîwanê dest kirine bi kawilkirin û jinavbirina dubareya sirûşta Kurdistanê.

Encûmena Keska Çiyayê Merîwanê ragehand, ku neyarên jîngeha Kurdistanê, bi binbirkirina daristanên pişt gundê Kallê jorî, zirarek zêde gihandine  sirûşta vê deverê.

Jinavbirina daristanên Kurdistanê di demekê de rû dide ku di heyama yek meha derbasbûyî de, jîngedostên Kurdistanê bi awayekî corbicor û bi mebesta vejandina sirûşta Kurdistanê, beşdarî li hewla Zagirosane de kirin û bi Hezaran tav û Tovê daran çandinb.

Neyarên jîngeha Kurdistanê bi berdewamî hewlê bo jinavbirina jîngeha Kurdistanê didin û ti Navend û dezgeheke ser bi rejîmê jî, li hember wan kawilakariyan xwe bi berpirsiyar nizane.