Rêjeya bûyerên hatinûçon li rêya Rajanê li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, bû sedema canjidestdan û birîndarbûna 8 welatiyan.
Pêka nûçeyên belavbûyî yên xwecihî, roja Înê 8ê Befranbarê, li ser rêya Rajanê li devera Mirgeqwer a ser bi bajarê Urmiyê bi sedema lihevdana 2 maşînan ên cura Prayd û Patrol, welatiyekê canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne ku rewşa tendirûstiya 2 birîndran bi nebaş hatiye ragihandin.
Pêka nûçeyên xwecihî, “Adem Îsmaîl Pûriyan, Osman Şêxo Casimî, Ferhad û Selah Şêxo Casimî û Îslam E`iyan” li wan 2 maşînan de bûne û rewşa tendirûstiya 2 birîndaran nebaşe.
Li vê bûyerê de “Osman Şêxo Casimî” yê xelkê gundê “Mensûrava” demûdest li dema qewimîna bûyerê de canê xwe ji dest daye.
her çend rojan carekê li rêya Rajanê de welatî canê xwe ji dest didimn, an têne birîndarkirin û rastî xisraên malî jî dibin, lê heta niha rejîma Îranê ti hewlek bo çareserkirina pirsgirêkên vê rêyê nedaye û ew rêye bilî berpaniya kêm, tejî kendal bûne û gelek caran tekerên maşînan li wan kendalan de teqiyane û ji rê derketine an ajotvan bo rizgarbûn ji wan kendalan ji rê derketine û bûyerên bi xem qewimîne.