Kedkarekî bînasazî, xelkê “Çaldiran”ê û Rûniştiyê bajarê Urmiyê bi sedema kevtina ji asansorê, bi awayekî trajîk canê xwe ji dest daye.
Ciwanekî xelkê gundê “Sêgirkan” ê ser bi devera Çaldiranê û rûniştiyê bajarê Urmiyê, bi navê “Ferhad Xalidî” kurê “Qadir”, ku kedkarê bînasazî bûye,roja Şemî 9ê Befranbarê bi sedema kevtina ji asansora bînayekê bi awayeke trajîk canê xwe ji dest daye.
Rêjeya canjidestdana bi sedema bûyera kar li Îranê de zêde bûye û kedkar tevî ku alavên hewce yên parastina ewlehiya kar nînin, nayêne bîmekirin.