Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li başûrê Lubnanê Hizbullah kevte ber êrîşa Artêşa Îsraîl

10:54 - 31 Kanûna pêşîn 2023

Binke û navendên Hizbullaha Lubnanê li devera Kifirkîle li başûrê Lubnanê kevtine ber êrîşên berfireh ên Artêşa Îsraîl, ew êrîşane li halekê de ne ku Hizbullah xelkê wek mertalê zindî bi kar tîne.

Artêşa Îsraîl belav kiriye ku roja Şemiyê, balafirên şerker ên Îsraîlê, li 2 qonaxan de hejmarek ji binke û navendên Hizbullaha  Lubnanê li gundê “Kifirkêle” kirine armanc û herwisa daye zaznîn ku Hizbullahê “Kifirkêle” wek binkeyek bo encamdana kiryarên terorîstiyên xwe bi kar tîne û xelkê medenî yê wî gundî wek mertalê zindî bo encamdana operasiyonên xwe bikaranîne.

Pêka ragihandina Artêşa Îsraîl ji aliyê Hizbullahê ve ji gundê “Kifirkêle”yê gelek êrîşên mûşekî bo ser Îsraîl hatine kirin.

Pêka raporên belavbûyî, balafirên şerker ên Artêşa Israîlê li deverên “Bint Cebîl û Merwehîn”ê de jî çendîn cih bombebaran kirine.

Heta niha milîs û girûp û taqimên ser bi rejîma Îranê li hember Artêşa Îsraîl de xelkê medenî wek mertalê zindî bikar anîne û bi taybet Hemasê li gelek cihan de derfeta derkevtina xelkê nedaye û ew wek mertalê zindî li hemberê êrîşên Îsraîlê de bikar anîne.