Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seywan Îbrahîmî bo girtîgehê hate veguhastin

11:15 - 31 Kanûna pêşîn 2023

Roja Şemî 9ê Befranbarê, Seywan Îbrahîmî mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Lîjneya Birêveberiya Encumena Ferhengî-Civakiya Nojîn, bi mebesta cîbicîkirina cezayê biser de hatî sepandin bo girtîgehê hate veguhastin.

Seywan Îbrahîmî, Gelawêja îsal bi tohmeta têkdana nezma giştî, ji aliyê Taya 106 a dadgeha keyferî a Sine bi salek girtîgehê û durxistin bo girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê û lêdana 40 derbên qamçiyan ev ceza biser de hat sepandin û roja Şemî 11ê Sermawezê cezayê girtinê û qamçiyan li Taya 12 a dadgeha pêdaçûna parêzgeha Sine hate piştrastkirin û cezayê durxistin bo girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê jî hat hilwişandin, û dibe heyama cezayê xwe li girtîgeha Sinê de derbas bike.

Seywan Îbrahîmî herwisa ji aliyê Taya 1 a dadgeha Înqilaba Sinê ve bi serokatiya bi nav dadwer Keremî bi tohmeta çêkirina girûp û deste bi mebesta têkdana tenahiya welat, 10 sal girtîgeh û bi tohmeta pirûpagende dijî nizamê yek sal girtîgeh biser de hate sepansin û ev ceza roja Şemî 11ê Sermawezê bi fermî bi navbirî re hate ragehandin.

Seywan Îbrahîmî di heyama girtinê de li destpêregiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Seywan Îbrahîmî roja Çarşemî 28ê Befranbara 1401 a Rojî, bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Roja Sêşemî 13ê Befranbara 1401 a Rojî, Seywan Îbrahîmî li dema lipeykeftina dosya hevjîna xwe Zara Mihemedî , li dadgeha Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û roja Pêncşemî 15ê Befranbara 1401 a Rojî, bi kefalet hate azadkirin.