Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê tevî hemû hûşdarîdanên navnetewî dest ji êrîşan bernade

11:58 - 31 Kanûna pêşîn 2023

Fermandeyê navgana 5 a Amerîkayî li Behrênê de gotiye ku tî nîşaneyek ji destberdana Hûsiyên Yemenê li êrîşkirin bo ser gemiyên ticarî nayê dîtin.

Fermandeyê navgana 5 a Amerîkayî li Behrênê gotiye: “Ji destpêka operasiyonên hêzên hevpeymanên ên navnetewî, êrîşên Hûsiyan bi mûşekên balistîkî yên dije gemî gelek zêde bûne û em bi rohnî agehdar in ku ew êrîşane yên bê berewird bi egerekî zêde, dê berdewam bin”.

Herwisa navbirî ragihand ku Hûsiyên Yemenê, Babûlmendeb û deryaya Sor ku rêya %12 a vegihastina deryayî ya cîhanê li xwe digre ne-ewleh kirine.

General Kûpêr herwisa gotiye: “Ji destpêka operasiyon a bi navê “Oprasiyonên parastina geşe û berfirehkirinê” ya hêzên hevpeymanî ya Deryayî, ji 10 rojan berî niha ve zêdetir ji hezar û 200 gemiyên ticarî ji vê rêya avî ya stratejîk re derbas bûne û êrîşên dironî  û mûşekî yên li ser wan ti xisarek bi wan negihandine.

Hûsiyên yemenê bi alîkariya veguhastin, cebilxane û zanyariyên zindî ji Îranê, êrîşê dike ser gemniyên ticarî û bi vê hêcetê ku ew gemiyane li berjewendiya Îsraîl de ne dike armanc.