Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxa Înternêtê bûye cihê nerizayetiyê

11:59 - 31 Kanûna pêşîn 2023

Li çend rojên derbasbûyî de û piştî biryara rejîmê bo bihakirina nirxa Înternêtê li Îranê de, pêlekî nerizayetiyê ji aliyê xelkê û bikarînerên Înternêtê bi dû xwe de aniye.

Pêşda parek ji nûnerên meclîsa rejîmê li derheq bilindbûna nirxa înternêtê û lêkevtên vê haydarî dabûn.

Gorî ragihandina wezareta peywendiyên rejîmê, nirxa înternêtê %30 bilnd dibe, lê hinek opêratoran nirxa pakêcên înternêtê heya %150 giran kirine.

Rejîm baş dizane ku înternêt bo hemî kesê hewceye û kar û jiyana rojane a xelkê girêdayî bi înternêtê ye, lewma roj bi rojê zêdetir nirxa înternêtê li ser xelkê bilind dike.

Hinek rojnamên navxweye Îranê basê hindê kirine ku gendeliyekî mezin li pişt girankirina nirxa înternêtê heye û tête kirin.

Bilindtir kirina nirxa Înternêtê li ser xelkê ji aliyê rejîmê ve li demekê de ye, di nava 100 welatên cîhanê de lezgîniya înternêtê li Îranê de ji ya hemî welatan xirabtire û fîlter li ser û xelek gelek bi zehmetî dikarin mifahê jê vergirin.