Amerîkayê li bersiva êrîş bo ser binkeyên xwe li Îraqê, bi rêya balafireke şerker, girûpeke ser bi heşda Şeibî ya bi navê “Elnoceba” li bajarê Kerkûkê kire armanc û 5 çekdarên vê girûpê kuştin.
Pêka rapora rojnameya Elmeyadîn, demjimêrên şeva Yekşemî 12ê Sermawezê Hêza Esmaniya Amerîkayê bi rêya balafireke şereker, li Kerkûkê êrîş kiriye ser girûpa “Elnoceba” a ser bi Heşda Şeibî û 5 kes ji çekdarên wan kuştine û pêka raporên belavbûyî, wan 5 kesan dixwestin li Kerkûkê de binkeya Amerîkayî bikin armanc û hêzên Amerîkayê pêşdestî kirine û ew ji nav birine.
Herwisa li malper û nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê de jî hatiye belavkirin ku li vê êrîşa esmanî de zêdetir ji 5 kes ji çekdarên “Elnoceba” hatine kuştin û ew êrîşe li demekê de hatiye kirin ku ev çekdarên Heşda Şeibî mijûlê xweamadekirin bo êrîşkirina ser binkeya Amerîkayê li Kerkûkê bûne.
Çend rojan berî niha Amerîkayê huşdarî dabû Îraqê ku binkeyên Amerîka û hêzên hevpeyman biparêzin.