Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hogir û parêzerên jîngehî li cihê daristanên şewitandî de 12 hezar dendikên berûyan çandin

11:04 - 4 Kanûna pêşîn 2023

Hogir û hezkiriyên jîngeha Kurdistanê li hewleke bi şan de 12 hezar dendikên berûyan li daristanên şewitandî yên “Dereweran”ê de çandin ku çalakiyeke micid bo parastina jîngeha Kurdistanê ye.

Li ser banghjiya “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê” bo birêvebirina bernameya Zagrosane, roja Înê 10ê Sermawezê, çendîn girûpên çiyagerî û encumenên medenî û hejmareke zêde ji xelkê hogirê jîngehê yên bajarê Bokanê û endamên “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê”, li rêûresmeke taybet û xwedî şan de, 12 hezar dendikên darên berû, li daristanên şewitandî yên “Dereweran”ê de çandin.

Hersalê û bi hêcet û hegerên cuda, daristanên Kurdistanê ji aliyê rejîma dije mirov a Îranê ve têne şewitandin û zindîkirina wan daristanan, hewle micid bo zindîkirin û parastina jîngeha Kurdistanê ye.

Hêjayê gotinê ye ku li bernameya Zagrosane de zêdetir ji 100 encumenên jîngehî, çiyagerî û rêkxiravên medenî ji 1 heta 25ê Sermawezê, li jêr dirûşma “Jîna vê niştimanê bi keskatiya Zagrosê ye” bi rê ve diçe.