Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl li başûrê Xezê de pêşrewiyê dike

17:55 - 4 Kanûna pêşîn 2023

Berdevkekî Artêşa Îsraîlê gotiye ku serbazên Îsraîl li hemû deverên Felestînê de girûpa Hemasê dikin armanc û fermandeyê Stada Artêşa Îsraîlê jî gotiye ku ev yeka me li bakûrê Xezê de kiriye, emê dê li başûrê Xezê de jî bi rê ve bibin.
Fermandeyê Stada Artêşa Îsraîl General “Herzi Halevi” li derheq pêşrewiya hêzên Îsraîl li deverên başûrê Xezê de got: “Li başûrê Xezê de jî, serbazên me her wek bakûrê Xezê dê operasiyonan bi rê ve bibin” û pêka gotinên wî, hevdem digel berfirehtirbûna operasiyonan li başûrê Xezê, destkevt û serketinên zêdetir li devera bakûrê xezê de dê hebin.
Pêka gotina çendîn ragihandinên Îsraîlî, operasiyonên vejayî li başûrê Xezê de têne encamdan û pêka hinek zaniyariyên belavbûyî jî, serbazên îsraîlî li rojhilatê bajarê “Xanyûnis” de pêşrewî kirine û pêka gotina artêşa Îsraîl, ew dever cihê binkeyên Hemasê ye. 
Herwisa Berdevkekî Artêşa Îsraîlê jî gotiye ku serbazên Îsraîl li hemû deverên Felestînê de girûpa Hemasê dikin armanc.