Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîşeya geştyarî li Îranê bi sedema siyasetên rejîmê ji nav diçe

17:57 - 4 Kanûna pêşîn 2023

Berpirsekî geştyariya Îranê gotiye: “Îsal ti geştyarek bo serdana Îranê heta bi bê beranber jî nehatiye û yên yatî jî ew kes bûne ku serdana cihên olî kirine û êdî şeştiyar nayên hisêb”.
Berpirsê Encumena Geştyarî yê Îranê “Îbrahîm Pûr Ferec” li hevpeyvîn digel rojnameya “Iqtisad Anlayn” a ser bi rejîmê de gotiye: “Êdî ti geştyarek heta bi bêberanber jî nayê Îranê û pirsgirêka me ev e ku heyamekî zêde ye geştiyarên xelkê Ewropa, Amerîka û cihên din serdana Îranê nakin û geştyarên ku ji welatên wek Îraqê  têne Îranê bi armanca serdana cihên olî tên ku ew jî geştyar nayên hisêb”.
Navbirî li axaftinên xwe de îşare kiriye zêdetir ji 300 navendên endam li civaka rênîşanderên geştyariyê hene ku bi tevahî bêkar mane û beşa herî zêde ji karmendên xwe ji kar derxistine û bi vê pêkê bi tevahî dê ji kar bêne derxistin.
Rejîma Îranê bi armanca siyasî geştyarên biyanî li jêr navên wek sîxurî bo Amerîka û Îsraîlê binçav dike û wan wek barimte li danûstandinên siyasî an li hember vergirtina diraf an bandorxistin li ser biryarên welatan bi kar tîne, rejîma Îranê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê hewla jinavbirina şûnwarên dîrokî dide, ji aliyek din ve bi biçavkirina geştyarên biyanê, wan ji hatin bo Îranê ditirsîne û bi wî awayî tevî jinavbirîna pîşeya geçtyarî, hewla jinavbirîna cultûrî dide.