Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl bo heyameke bêsînor dê Xezê dêxe bin konrtola xwe

17:39 - 6 Kanûna pêşîn 2023

Serokwezîrê Îsraîl li halekê de ku şer li deverên cuda ên Xezê de berdewam e, gotiye ku Artêşa Îsraîl, piştî dawîhatina şer digel Hemasê, dê bo heyameke bê sînor, kontrola Xezê li destê xwe bigre. 
Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” roja Sêşemî 14ê Sermawezê, li halekê de ku Artêşa Îsraîlê li nav bajarê “Xanyûnis” de ye, gotiye: “Artêşa Îsraîl, piştî dawîhatina şer digel Hemasê, dê bo heyameke bê sînor kontrola Xezê, bigre destê xwe”.
Gotinên Serokwezîrê Îsraîl, hevdem digel çona tank û zirêpoş û serbazên Îsraîlî bo nav duyemîn bajarê mezîn ê devera Xezê, bajarê “Xanyûnis”ê ye û armnca Artêşa Îsraîlê, jinavbirina tevav a Hemasê ye.
Li halekê de ku welatên “Amerîka, Qeter û Misir” wek navbendçî, li hewla azadkirina barimteyên destê Hemasê û binçavkiriyên li girtîgehên Îsraîlê de ne, Hemasê berdana barimteyan bi agirbest li Xezê ve girê daye, lê pêka gotina berdevkê Koşka Sipî, Hemas naxwaze jinên Îsraîlî ku rastî hemû cure azar û îşkenceyên zayendî hatine, azad bike ku cinayetên hov ên Hemasê neyêne eşkerekirin, lewma bo agirbestê astengiyan çê dike.
Herwisa li vê rojê de jî, Serkomarê Amerîka “Joe Biden”, daxwaza şermezarkirina Hemasê bi sedema encamdana tundûtîjiya zayendî li ser barimteyên jin ên Îsraîlî kiriye.