Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gendeliyeke nû li Îranê, li bajrvaniya Tehranê de 17 hezar Milyard Tumen, enda bûye

17:58 - 6 Kanûna pêşîn 2023

Li halekê de ku gendeliya 3 milyard û 370 milyon Dolarî ya Kompaniya “DEBSH” li sertîtrên rojnameyan de ye, gendeliyeke din a 17 hezar Milyard Tumenî ya bajarvaniya Tehranê eşkere bûye.
Endamê Şêweraya Bajarê Tehranê “Ehmed Sadiqî” li derheq vê gendeliya nû û endabûna diraf li bajarvaniya Tehranê de gotiye: “Dirafê çêkirina jêrxaniyên avahiyan li Tehranê ku “17 hezar milyard Tumen” bûye bi tevahî hatiye dan lê li ti cihekê de nehatiye Xerckirin û ti avahî an jêrxanê ti xaniyekê jî nehatiye çêkirin”.
Herwisa navbirî gotiye li halekê de ku ti awahî an jêrxanek nehatiye avakirin, çawa ev dirafe hatiye dan?
Herwisa navbirî bi tekezî jî gotiye ku ew 17 hezar milyard tumen cuda ji 11 hezar milyard Tumenê din e ku ew jî her wiha hatiye talankirin.
Bi vê pêkê zêdetir ji 5 milyard Dolar ne xuyaye ku li çi cihekê hatiye xerc kirin an bi ti kes a taqim û girûpekê hatiye dan.
Herwisa gendeliyeke nû ya li dana diraf bo 224 xwazyarên wama pêkanîna jiyana hevpar li bajarê Qumê de jî qewimiye.
Li halekê de ku menca gendeliya bi milyardan Dolar aboriya Îranê ber bi îflasa yekcarî ve dibe û xelkê Îranê roj bi roj hejartir dike, berpirsên rejîma gendel û mirovkuj, dezgeha gendel a dad û meclîsa bê şiyan a rejîmê jî, bi tevahî bê deng in; Ew dirafe ji ser sifreya biçûkirî ya xelkê Îranê tê dizîn ku îro nikarin nanê şevê bo zarokên xwe peyda bikin.