Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorê “Hengejal”ê, rejîma Îranê 4 kolber birîndar kirin

18:10 - 6 Kanûna pêşîn 2023

Hevdem digel êrîşa hêzên leşkerî yên rejîmê bo ser karwanê kolberan li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, 4 kolber hatine birîndarkirin.

Pêka rapûora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, dejmjimêrên şevê, Dûşemî 13ê Sermawezê, 2 kolber ên bi navê “Şaxewan Ehmedî yê temen 20 salî û Omîd Yezdanî yê temen 23 salî” ên xelkê bajarê Seqizê bi sedema gulleyên hêzên rejîmê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, bi dijwarî birîndar bûne.

Pêka rapora “Hengaw”ê, ew 2 kolbere bi gulleyên saçmeyî bi dijwarî birîndar bûne û bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Herwisa û li vê derheqê de roja Şemî 11ê Sermawezê, kolberek ê bi navê “Perwîz” ku nasnavê wî nehatiye zanîn” ê xelkê bajarê Kirmaşanê bi teqeya resterast a hêzên rejîmê birîndar bibû û kolberekî din ê bi navê “Hisam Fatihî” ê xelkê gundê “Kerco”yê ser bi bajarê Sinê, bi sedema berbûn ji bilindahiyê li dema lipeykevtin û teqeya hêzên hov ên henga sînorî ya rejîma Îranê li sînorê “Hengejal”ê birîndar bû.