Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salvegera şehîdbûna 2 şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve çon

11:12 - 2 Kanûna pêşîn 2023

Li bajarê Bokanê, yekemîn salvegera şehîdbûna “Îbrahîm Şerîfîfer û Awat Qadirpûr” li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi beşdariya hejmarek ji xelkê û malbatên wan, li ser gora wan şehîdan bi rê ve çon.

Yekemîn salvegera şehîdbûna “Îbrahîm Şerfîfer” ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de li 8ê Sermaweza 1401 a rojî ji aliyê hêzên hov û dijemirovahî yên spaha pasdaran a terorîst ve li bajarê Bokanê hatibû birîndarkirin û li nexweşxaneya bajarê Urmiyê de şehîd bibû, ji aliyê malbat û hejmarek ji xelkê deverê, li ser gora wî destiyên gulan hatine danîn û rêz ji yada wî şehîdî girtin.

Herwisa yekemîn salvegera şehîdbûna “Awat Qadirpûr” ê xelkê gundê “Melaler”ê ser bi bajarê Bokanê ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de li 27ê Xezelwera 1401 a Rojî, hêzên serkutker ên rejîma Îranê li maşîna wî de ev bi gulleyên şer bi dijwarî birîndar kiribûn û piştî 12 rojan li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê de şehîd bibû, bi beşdariya malbat û hejmarek ji xelkê, rêûresmek bo rêzgirtin ji yada wî şehîdî bi rê ve ço.

Rejîma Îranê tevî gefxwarîn ji malbatên şehîdan, îzna birêvebirina rêûresma salvegera wan şehîdan nade malbatên wan, lê malbatên şehîdan li hinek caran li rêkefteke nêzîk de wan salvegeran bi rê ve dibin û wan şehîdan bi bîr tînin û yada wan bi bilind radigrin.