Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 459an a rojnameya Agirî ku ziman halê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

16:55 - 7 Kanûna pêşîn 2023

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, ji bilî gotarên nivîskar û xebatkarên di wî warî de, nûçeyên mafê mirovî jî hatine weşandin ku mijar û gotarên Agirî de wiha ne:

Rûpela 1: Manşêta 459 emîn hejmara Agirî li jêr nave “EWLEHÎ YAN MAF?” dikeve ber çavê xwênerên hêja.

Rûpelên 2  a hejmara nû a Agirî de goterek hatiye çapkirin: li jêr nave “Yekitî yek ji riyên serkevtinê ye” ji nivsîna Nûredîn Sofîzade.

Rûpelên 3 de gotara: “Dîplomasiya dicîtal pêwîstiya niha ya tevgera neteweyî ya Kurdistanê ye” ji nivsîna Dr. Mecîd Heqî.

Rûpelên 4 gotara: “Pêşmergebûn, dema ku meriv hebûna xwe pênase dike” ji nivsîna Serbest Urmiye.

Rûpela 5ê de gotara: “Berxwedan jiyan e” ji nivsîna Elî Munezemî.

Rûpela 6 a Agirî de gotarek bi navê: “Gendeliya sîstematîk li Îranê” ji nivsîna Bêhzad Simko hatiye weşandin.

Rûpela 7 gotara: “Sembol û nirxên ku bûne hegera domandina xebatê bo PDKΔ Nivsîna Eskender ceiferî. 
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de Nêrîna lîderan jî çap bûye. 

Rûpela 8 gotara: “Rojavayê Kurdistanê di bin beraşê çend pirskirêkan”  ji nivsîna Jêhat.

Rûpela 9 de gotarek: “Bandora siyasî-civakiya Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ser civaka Îranê” ji nivîsa Hûmen Simko.

Rûpela 10 ê de ku rûpela taybet bi mijarên Çandiye ,Daxûyaniya Navenda Ragihandina PDKÎ li derheq koça dawî a  Hunermend û pêşmergê berê yê Hizba Demokrat “Tahir Xelîlî” û herwisa kurte gotarek li jêr navê “XELKÊ KURDISTANÊ EMEGDARE BI HUNERMENDÊN XWE” li derheq hunermend Tahir Xelîlî hatiye nivsîn.

Rûpela 11  “Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov li Rojhilatê Kurdistan, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine weşandin”.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq Pêşwazî ji 26ê Sermawezê Roja pêşmergê kurdistanê  li jêr navê “Pêşmerge parêzerê gel e” ji kêşan û terahiya Serbest Urmiye.

Xwandevanên hêja bona dagirtina faîla Rojnameya “Agirî” dikarin li ser vê lînkê bitkîn.