Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 5 kolber li sînorên Newsûd û Banê, birîndar kirin

16:35 - 10 Kanûna pêşîn 2023

Li sînorên Newsûd û Banê de 2 kolber ên xelkê “Ciwanro”, 2 kolber ên xelkê bajarê Seqizê û kolberekî xelkê bajarê Pîranşarê bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê birîndar bûne.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Înê 17ê Sermawezê, 2 kolber ên bi navên “Ferhad Silêmanî û Hemze Silêmanî” li bilindahiyên sînorî yên bajarê Newsûdê de zik û kêleka wan bi sedema teqeya rasterast a hêzên henga sînorî ya rejîmê birîndar bûne.

Herwisa roja Pêncşemî 16ê Sermawezê, “Omîd Îbrahîmî” yê temen 20 salî û “Adil Mihemednijad” ê 21 salî, xelkê bajarê Seqizê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê birîndar bûne.

Herwisa roja Sêşemî 14ê Sermawezê jî Kolberek ê bi navê “Kêywan” ku nasnavê wî nehatiye zanîn ê xelkê bajarê Pîranşarê, li sînorê “Hengejal”ê bi teqeya rasterast a hêzên henga sînorî, birîndar bibû.